• Friday, 27 February 2026
logo

Li Efrînê şerekî dijwar derket

Gulan Media August 9, 2021 Nûçe
Li Efrînê şerekî dijwar derket

Li nav bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ew zêdeyî 3 salan e di kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî de ye, şeva Yekşemê şer û pevçûnên dijwar di navbera grûpên çekdar de derket.

Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re aşkere kir ku şer û pevçûn di navbera grûpa Ehrar el-Şerqiye û Fîrqeya 9 de li cadeya Vêlat li navenda bajarê Efrînê derketin.

Li gor zanyariyên wê çavkaniyê, di şer de çekên otomatîkî û RBG hatine bikaranîn û di encamê de herî kêm 5 kes birîndar bûne.

Di nav birîndaran de fermandeyekî serbazî bi navê Ebû Ebdo Elolo, û medyakarê Ehrar el-Şerqiye, Haris Rebah, û jinek û zarokek û ciwanek hene.

Medyakarê Ehrar el-Şerqiye, Haris Rebah, wekî “medyekarê kujer” tê binavkirin, ji ber ku ew dîmenên kiryarên kuştinê yên ji aliyê çekdarên Ehrar el-Şerqiye ve dikişîne.

El-Haris Rebah, dîmenên kuştina siyasetvana Kurd Hevrîn Xelef ji aliyê çekdarên grûpa bi fermandariya Ebû Hatim Şeqra ve, di dema êrişa sala 2019 a Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de kişandibûn.

Grûpa Ehrar el-Şerqiyê û herdu fermandarên wê Ebû Hatim Şeqra û Ebû Cafer Şeqra, meha borî, ji aliyê Amerîka ve ketin nav lîsteya cezayan de.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Adara 2018an ve ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve hatiye dagîrkirin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

 

Rudaw

Top