• Wednesday, 18 February 2026
logo

30 sal di ser Enfala Kurdistanê re derbas bû

Gulan Media April 14, 2018 Nûçe
30 sal di ser Enfala Kurdistanê re derbas bû
30 sal di ser Enfala Başûrê Kurdistanê re derbas bû. Her sal di 14ê Nîsanê de li Kurdistanê bi merasîmên cuda cuda, ew karesat tê bibîranîn.



Rejîma Beisê di 9ê Sibata 1988an de qonaxa yekem a Enfalê da destpêkirin. 6ê Hezîrana 1988an roja dawî ya qonaxa sêyem a Enfalê bû, ku rejîmê bi hezaran kes avêtin çalên mirinê û nêzîkî 5 hezar gund li Başûrê Kurdistanê hatin wêrankirin.



Îsal jî weke salên derbasbûyî, li Çemçemalê merasîmeke bîranîna Enfalê tê lidarxistin, herwiha li Hewlêrê çendîn merasîm têne encamdan.










Peyamnêrê Rûdawê Helo Mihemed ji Germiyanê ragihand ku tevî derbasbûna 30 sal di ser karesatê re, beşek ji xizmên enfalkirî hatine ser goristanê û dixwazin xizmên xwe yên ku bûne qurbanî bi bîr bînin.



Pîrejineke ku xizmên wê hatine enfalkirin ji Rûdawê re ragihand: “Rewşa me baş e, ji bo me xanî kirîne, meaşa me heye, ez tenê tiştekî diwazim; 130 xizmên min hatine enfalkirin, daxwaz dikim ku kesên xizmên min enfal kirine û cahş û misteşaran desteser bikin û bidin dadgehê.”



Herwiha got: “Ez nikarim bibêjim hikûmet tiştek ji bo me nekir, qasî ku dikarî ji bo me hin tişt kirin, niha jî daxwaz dikim ku rûfatên enfalkiriyan ji başûrê Iraqê bînin Kurdistanê.”

Rudaw
Top