Amerîka, Birîtanya û Frensa êrîşî çend bingehên Rêjîma Esed kir
Wezareta bergiriya Amerîka ragihand, ku hêzên wan sê bingehên taybet bi bernameya çekên kîmawî yên rêjîma Beşar Esed li derdora Şamê bordûman kirine û eşkere kir, ku ew bordûman pêncî xulekan berdewam kiriye.
Hevdem berpirsên Amerîkî eşkere kirin, di wê bordûmanê de, sed heya sed û bîst mûşekan hatine bikaranîn, herwiha firokeyên Mîrac yên Frensî û Tornando yên Birîtanî û B1 yên Amerîkî, li gel keştiya cengî ya Amerîkî ji Derya Sor beşdarî di wê êrîşê de kirin.
Ji aliyê xwe ve, her yek ji Keneda û Hevpeymana NATO piştevaniya xwe ji bo êrîşa hevbeş ya Amerîkî, Birîtanî û Frensî ragihandin.
Waar.tv
