Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Beljikayê li Îraq û Urdinê dike
Balyozê Beljîka bi navê xwe û hikûmeta welatê xwe sersaxî ji Serokwezîr ji bona koça dawî ya birayî xwest.
Herwiha behsa pirosêsa siyasiya Îraqê, diyaloga navbera hewlêr û Bexdayê ji bo çareser kirina hemû pirsgirêkan, hilbijartinên Îraq û Herêma Kurdistanê û qunaxa piştî DAIŞê kir.
Serokwezîr bi spas kirina vê serdanê û peyama sersaxiyê, kurtiyek derbarê helwesta Herêma Kurdistanê derbarê pirosêsa siyasî û hilbijartinên Îraqê, qunaxa piştî DAIŞê, pirsa penaber û koçberan û çawaniya serederî kirin tevî rewşa niha xiste berçav.
Herwiha behsa reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşve çûna diyaloga tevî Bexdayê kir.
