Pêşmerge li devera Mexmûrê dest bi operasiyoneke lêgerînê kir
duhê bi şev terorîst 11 welatî revandibûn.
Duhê bi şev terorîstên DIŞIê li deverê de xaleke kontrol kirinê danî bûn.
Piştî ku duhê bi şev li ser rêya navbera Hewlêr û Mexmûrê terorîstên DIŞIê bi kincên medenî xaleke kontrol kirinê danîn û çend welatiyek revandin û çend welatiyek jî birîndar kirin, berbanga îro şemî, hêzên pêşmerge li deverê de dest bi operasiyoneke lêgerînê kirin.
Hêzên pêşmerge di operasiyona han de li pey terorîstên DIŞIê û paşmayîn terorîstan digerin û hewl bo parastina asayîş û ewlekariya deverê didin.
Herwiha hêzên pêşmerge dixwazin bi operasiyona han wan kesên ku duhê bişev ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatinerevandin, azad bikin.
