• Friday, 27 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge: Hêza me nebûya aramî nedihat gelek herêman

Gulan Media August 7, 2021 Nûçe
Wezareta Pêşmerge: Hêza me nebûya aramî nedihat gelek herêman

Wezareta Pêşmerge bersiva parlementerkî Tevgera Hikme da û ragihand, sivikatî bi navê Pêşmerge kiriye û tekez kir, dê li dijî wî rêkarên yasayî pêk bînin û dozê vekin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge ku îro belav kiriye, Parlementerê Tevgera Hikme Rehîm Ebûdî di çavpêketinekê de li gel televîzyoneke Iraqî, sivikatî bi navê Pêşmerge kiriye û tê gotin, ew kes bi wan derbirînên xwe yên şoevenî îsbat dike ku yek ji wan kesan e ku nexwazin Iraq aram bibe û netew û olên cihê bi hev re bijîn û hêzên ewlehiyê yên Iraqê wan biparêzin.

Wezareta Pêşmerge axavtinên wî endamê Iraqî û hemû nêrîn û helwêstên ku di çarçoveya şovenîsm û xweferzkirinê de dixwazin raya giştî provokate bikin, bi tundî şermezar dike.

Di daxuyaniyê de hatiye diyar kirin, Hêza Pêşmerge li gor qanûn û destûra Iraqê dû di çarçoveya sîstema berevaniya Iraqê de kar dike û berdewam be li ser karê xwe jî.

Wezareta Pêşmerge dibêje, Hemû alî vê yekê fêm dikim, ku eger Hêza Pêşmerge nebûya, ewlehî û aramiya li piraniya navçeyan dê heta niha jî di metirsiyeke mezin de ban.

Wezaretê destnîşan kiriye, Ev daxuyanî û daxuyaniyên bi vî awayî bi ti awayekî xizmeta gelê Iraqê û parastina yekrêziyê nakin. Wezareta Pêşmerge wek erkê xwe dibîne, ku rêkarên qanûnî li dijî kesê navhatî (Rehîm Ebûdî) pêk bîne.

Rehîm Ebûdî di hevpeyvîneke televîzyonî de, bi awayekî "ne guncaw" behsa hêzên Pêşmerge kiribû û ew wek hêzên ne-dewletî bi nav kiribû.

Top