• Friday, 27 February 2026
logo

Îfadeya bikujê malbata Kurd: 'Min xwest hemû kom bibin'

Gulan Media August 7, 2021 Nûçe
Îfadeya bikujê malbata Kurd: 'Min xwest hemû kom bibin'

Îfadeya Mehmet Altun ku 7 endamên malbateke Kurd bikom kuştin derket holê û ew bikuj dibêje, ew bo ku derbarê şerê berê de biaxive çûbû mala Dedeogullari, lê dibêje jî “min xwest hemû kom bibin, min benzîn jî bow ê yekê biribû ku malê bişewitînim.”

Bikuj Mehmet Altun di îfadeya xwe de diyar kir, wî demançeyek, du şarjor û kêrek li gel xwe biribûn got, wî dizanî ku li malê çameraya çavdêriyê heye û “ji bo ku wê kamerayê ji kar bixim, min hewl malê bişewitînim.”

Di îfadeya xwe de Altun behsa şerê berê yê di navbera malbata Kurd Dedeogullari û malbata Keleş de kir û got, wî belgeyek li gel xwe biribû bo ku endamên malbata Kurd îmze bikin û giliya xwe ya li dozgeriyê paş de vegerînin û îddîa kir, “Haya ti kesî ji min nebû ku ez dê biçim mala wan. Ti kesî erkek wiha nedabû min.”

Bikujê malbata Dedeogullari dibêje, piştî ku wî maskê xwe danî û behsa mijarê kir, endamên malbatê ew nas kirin û got, “Min xwest hemû li wir amade bin. Min belgeyek amade kiribû û navên wan lê nivîsîbûn bo ku dev ji giliya xwe berdin.”

Mehmet Altun ku di dîmenan de diyar e, gule li endamên malbatê direşîne, di îfedaya xwe de gotiye, endamên malbatê gef li wî xwarin û wiha behsa çawaniya bûyerê kir, “gule li ber demançeya min hebû, min ji dûrahiyeke nêzîk gule berdan û dizanim ku di vê demê min çend kes xistin. Min kontrol ji dest da û gule berdan kesên li erdê jî. Du jin reviyan bo aliyê mal û nava xanî, min şarjora xwe guhert û paşê gule berdan jina li aliyê malê û jina ku ketibû hindûr.”

Bikujê malbata Kurd li gel xwe bîdonekî benzînê jî biribû û li ser vê yekê jî Altun gotiye, “Min benzîn ji stasyoneke petrolê wergirtibû. Min dizanî li malê çameraya çavdêriyê heye. Mebesta min jî ew bû ku eger bûyereke wiha rû bide, ez malê bişewîtînim û dîmenan jinav bibim. Ji xwe min benzîn bo şewitandina malê biribû.”

Di dewama îfadeya xwe de Mehmet Altun îddîa kiriye ku haya ti kesî din ji wî nebû ku ew dê wî karî bike û ew ne li ser daxwaza ti kesî çû mala Dedeogullari.

Parêzerê malbata Kurd jî daxuyanî da

Parêzerê malbata Dedeogullari Abdurrahman Karabulut li ser îfadeyên Mehmet Altun daxuyaniyek da û tekez kir ku îfadeyên wî kesî di nav xwe de gelek nakok in û got, “Bikuj ji bo ku endamên din ên malbatê biparêze dibêje, `haya ti kesî jê nebû`. Lê dibêje jî, ew hemû endamên malbatê gelek baş nas dike û ji bo malbata (Dedeogullari) dev ji giliya xwe berde çûye mala wan.”

Abdurrahman Karabulut amaje bi wê kir, kesê bikuj gotiye, ew piştî bûyerê li derve maye, lê “gelo mumkun e ew tîşortê di dema bûyerê de li ber wî bû, tevî ku li derve jî maye ewqas paqij dimîne? Westiyayî jî diyar nîne! Lewma dema me ev dan ber hev,  gumana wê derdikeve ku Mehmet Altun ji aliyê hinek kesan ve hatiye veşartin.”

Parêzerê malbata Kurd behsa hevdîtinên li gel baroyên Amed, Riha û Konyayê û herwiha hevdîtina li gel Serdozgerê Komarî jî kir û got,ew dê hewl bidin di demeke kurt de encamek ji vê dozê derkeve.

Bûyera bikom kuştina malbata Kurd

Kesê bi navê Mehmet Altun roja 30 Tîrmehê li navçeya Meram a Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû ku ji Qersa Bakurê Kurdistanê bûn û her 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê malbatê.

Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistaê çûbû Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meram niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivkayetî bi wan dihat kirin.

Navên endamên wê malbata Kurd ku bikom hatin kuştin; Yaşar Dedeogullari, Bariş Dedeogulları, Serpîl Dedeogullari, Serap Dedeogullari, İpek Dedeogulları, Metin Dedeogullari û Sibel Dedeogullari.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, ji wan 14 kesên ku 30ê Tîrmehê piştî kuştina 7 endamên malbata Kurd hatibûn desteserkirin, 10 kes bi tawana “kuştina bi qest” hatine girtin.

Herwiha bikujê malbata Kurd Mehmet Altun ku piştî êrişê reviyabû, roja 4ê mehê hatibû girtin.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê ragihandibû, di çarçova lêpirsîn û lêkolînên wan de bikujê bi navê Mehmet Altun li nêzikî gundê Uçpinarlar ê ser bi navçeya Bozkir ve li Konyayê ji aliyê hêzên emnî ve hatiye girtin.

Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî serdana wê malbata Kurd kiribû û li gorî gotina wê malbata Kurd, grûpa nijadperest a Tirk ji wan gotine, ew neteweperest in û rê nadin ku ew li wir bijîn.

Malbata Kurd ji peyamnêrê Rûdawê re diyar kiribû ku şeva 12ê Gulana îsal grûpeke 60 kesî bi dirûşmên nijadperest êrişî wan kir û ji wan re gotin, “Em nahêlin hûn li vir bijîn.”

Malbata Kurd ji peyamnêrê Rûdawê ragihandibûn ku ew di bin êriş û gefê de ne û diyar kiribûn, ji ber ku ew Kurd in rastî êrişên nijadperest tên.

PARVE BIKE LI SER
SHARE ON FACEBOOK

 


SHARE ON MESSENGER
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

 

Rudaw

Top