Mela Bextiyar: Emê tevahiya alîgirên Berhem Salih ji nav YNKê derxînin!
Mela Bexiyar di daxuyaniyekê de ku di malpera xwe ya bi navê “chawdernews” de hatiye belavkirin, bi tundî êrişî cîgirê berê yê Mam Celal û serokê Partiya Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih kiriye û gotiye, dema Berhem Salih serokê hikûmetê bû hikûmet gelek deyndar ket ji ber wê jî hikûmet ket nav kirîzê.
Berpirsê polîtburoya YNKê daye zanîn, ew endam û alîgir û rayedarên YNKê yên ku alîgirên Berhem Salih in yan jî di nav YNKê de bo wî kar dikin, dê ji nav YNKê bên derxistin û mal û milkê YNKê jî ji wan bê standin.
Basnews
