• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ji Trump bo Sûriyeyê: Dê bersiv tund be

Gulan Media April 10, 2018 Nûçe
Ji Trump bo Sûriyeyê: Dê bersiv tund be
Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî li Dûmaya bajaroka Şamê daxuyaniyeke din da.

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî daxuyaniya xwe ya ku gotibû, ew dê di nav 24-48 saetan de biryarê bidin careke din daxuyanî da.

Trump got, ‘Dê bersiveke tund bê dayîn, lê em dema wê nîqaş nakin.’

Serokê Amerîkayê 9ê Nîsanê li Koşka Spî li ser îdiayên êrîşa kîmyewî li Dûmayê nirxandin kiribûn û gotibû, “Em rewşê ji nêzîk ve lêkolîn dikin, bi artêşa me re û bi hemû kesên din re em hevdîtinan dikin û di nav 24-48ên bê de em ê biryarên mezin bidin. Muhtemel e ez ê dawiya rojê biryarê bidim.”

Herwiha Trump li ser berpirsyarên êrîşên kîmyewî yên îdîakirî jî dabû xuyakirin, “Rûsya ye, Sûriye ye, Îran e yan jî hemû bi hev re ne? Em ê vê derxînin”.

Waar.tv
Top