• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî pêşwazî li sefîrê Rûsya li Iraqê kir

Gulan Media April 10, 2018 Nûçe
Mesrûr Barzanî pêşwazî li sefîrê Rûsya li Iraqê kir
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li sefîrê Rûsya yê Iraqê Maksîm Maksîmov kir.

Îro danê sibê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li sefîrê Rûsya yê Iraqê Maksîm Maksîmov û şanda pê re kir.

Hat gotin ku di civînê de behsa rewşa Kurdistan û Iraqê her wiha pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê hatiye kirin û her du aliyan li ser xurtkirina pêwendiyên Hewlêr û Mosko tekez kirine.

Sefîrê Rûsya kêfxweşiya xwe bi pêşveçûna diyalog û danûstandina navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan daye û hêviya xwe aniye ziman ku hilbijartinên Iraqê bi awayekî serkeftî bên kirin.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê jî diyar kiriye ku divê rewşa Iraqê bigihê wê astê ku her kes û pêkhateyek tê de asûde bijî.

Mesrûr Barzanî her wiha gotiye, Herêma Kurdistanê dixwaz her kes û aliyek girêdayî Qanûna Esasî be û wê qanûnê bicîh bîne, ji ber ku bi bicîhanîna Qanûna Esasî, aramî pêk tê.

Wî rayedarê Herêma Kurdistanê behsa şerê terorê jî kiriye û gotiye, heta niha jî tehdîda terorê maye û vê dawiyê jî li hinek deveran çalakiyên terorîstî xurt bûne.

Basnews
Top