Di peywendiyeke telefonî de Malikî peyama xweya sersaxiyê gihand Serokwezîr Barzanî
Malikî di peywedniya telefonî de, hevxemî û hevderdiya xwe ji bo wefata neliwext ya xwedêjêrazî Dilovan Barzanî, ji Nêçîrvan Barzanî û malbata Barzanî re nîşan da û hêvî xwest ev xema dawiyê ya wî û balbata wî be û Xwedayê mezin xwedêjêrazî bi dilovaniya xwe bi beheştê şad bike.
Nêçîrvan Barzanî ji bo wê peywendiya telefonî û nîşandanan hevderdî û hevxemiyê, sipasiya Nurî Malikî cîgirê serokomarê Îraqa Federal kir.
