Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li şandeyeke HDPê dike
Pervîn Buldan, ji bo wefata xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li ser navê xwe û endamên HDPê ji Nêçîrvan Barzanî re sersaxî xwest û hevxemiya xwe nîşan da û hêvî xwest ev nexweşiya dawiyê a malbata wî be.
Serokwezîr sipasiya sersaxî û hevxemiya şandeya HDPê kir û bi boneya hilbijartina wê weke Hevseroka HDPê di kongireya dawiyê de, pîrozbahî li Pervîn Buldan kir û hêvî xwest di kar û xebatên xwe de serkeftî be.
Di civînê de, rewşa gelê kurd li Tirkiyeyê hat nirxandin û her du aliyan çareserkirina pirsa kurd li bakurê Kurdistanê bi rêyên siyasî û diyaloga aştiyane bi giringî zanî.
