Encumena Balaya Îslamî li Îraqê ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re sersaxî xwest
Şandeya mêvan, ji bo wefata xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî, birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi navê xwe û Encumena Balya Îslamî li Îraqê peyama xwe ya sersaxiyê gihand Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, hevxemî û hevderdiya xwe ji ber vê kovana mezin ya wî û Malbata Barzanî nîşan da û hêvî xwest Xwedayê mezin xwedêjêrazî bi beheştê şad bike.
Nêçîrvan Barzanî, ji bo peyama sersaxiyê û nîşandana hevxemî û hevderdiyê, sipasiya şandeya mêvan kir.
Reşa siysiya Îraqê û çend pirsên girêdayî deverê di navbera her du aliyan de hatin gotûbêj kirin.
