• Wednesday, 18 February 2026
logo

Şandeke HDP gihişte Herêma Kurdistanê

Şandeke HDP gihişte Herêma Kurdistanê
Şevê din şandeke Partiya Demokratiya Gelan (HDP) gihişte Herêma Kurdistanê.

Li gorî karnameya serdanê, biryar e îro ew şand li gel Serok Barzanî bicive û rewşa Kurdî û navçeyê gotûbêj bikin.

Biryar e li gel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bicive, da sersaxiyê jêre bixwaze û li aliyekî din jî pirsên girêdayî rewşa Kurdî gotûbêj bike.

Şanda HDP ji, hevseroka giştî HDP Perwîn Buldan û her yek ji perlemanterên HDP, Osman Baydemîr, Feleknas Ûca û Îmam Taşçîer pêk tê.

Berî hatina şandê, peyvdarê HDP Ayhan Bîlgen, di daxuyaniyekê de, eşkere kir, ku şanda HDP ji bo beşdarîkirinê di sersaxiya Dilovan Idrîs Barzanî de, wê serdana Herêma Kurdistanê bike, di wê çarçoveyê de, wê dîdar û civînan li gel aliyên siyasî û perlemanter û Hikûmeta Herêma Kurdistan lidar bixe.

Biryar e jî roja Duşemê şanda HDPê serdana Silêmaniyê jî bike û li gel berpirsên YNK û Tevgera Goran jî bicive.

K24
Top