"Gava vekişandina PKKê ji Şingalê erênî bû"
Di Beyan Samî Abdurrahman bersiva pirsên rojnameya Tirkî Hurriyetê da derbarê vekişandina PKK ji Şengalê ragehand ku, ew ji vê gavê keyfxweş in.
Ninera herêma Kurdistanê li Washingtonê hêvî dike ku,Tirkiye têbigihe gefa wan ya li dijî Şengalê nema ye.
Beyan Samî Abdurrahman di derbarê pirsa Suriyeyê de jî got: li rojavayê Kurdistanê gelek partiyên kurdan hene û divê werin cem hev û nûnertiya hemûyan di bin hevpeymaniyekî de were kirin. Nûnera Hikûmeta Kurdistanê ya Amerîkayê herwiha amaje kir vekişîna Amerîkayê ya ji Suriyeyê dê rewşek neyînî bi xwe re bîn e. Ew naxwazin terorîst careke din werin Iraqê. Pêwîstiya wan bi hêzên navnetewî heye.
Basnews
