• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî di derbarê Dilovan Barzanî de peyamek belav kir

Serok Barzanî di derbarê Dilovan Barzanî de peyamek belav kir
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di derbarê wefata birazayê xwe û birayê Nêçîrvan Barzanî, Dilovan Barzanî peyamek belav kir û spasiya kes û derdorên ku serxweşî li wan

Serok Mesûd Barzanî îro piştî bi dawîbûna serxweşiyên Dilovan Barzanî ku 3 roj berê wefat kiribû, peyamek belav kir.

Serok Barzanî di vê peyama xwe de spasiya hemû bepirs, rêveber, siyasetmedar û kesayet û derdorên ku hatine serxweşiyê an jî bi rêya telefonê serweşî li wan kirine.

Serok Barzanî hewiha di vê peyama xwe de spasiya miletê Kurdistanê jî kir.

Dilovan Barzanî, birayê Nêçîrvan Barzanî 3 roj berê li Hewlêrê wefat kiribû û li Pîrmamê jî ji ber wefata wî 3 roj şîn hatibû ragihandin. Hejmareke zêde ya serok û berpirsên dewletan serxweşî li malbata Barzanî kiribûn.

Basnews
Top