Hevserokê HDPê: Berpirsê sereke yê êrişên li dijî Kurdan desthilat e
Hevserokê HDPê Mîthat Sancar dibêje, “Berpirsê sereke yê êrişên li dijî Kurdan desthilat e. HDPê dikin armanc lê di ser HDPê re siyaseteke komkujiyê ya sîstematîk li dijî gelê Kurd dimeşînin.” Sancar eşkere jî kir ku HDPê dê bi şandeke berfireh li Konyayê be.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li navenda giştî ya partiyê ya li Enqerê li ser kuştina malbata Kurd a li Konyayê daxuyaniyek da.
Hevserokê HDPê wek sedema sereke ya kuştina malbata Kurd a 7 kesî “zimanê kîn û tehrîkê yê desthilatê” nîşan da û got, “Ev desthilat demeke dirêj e di ser HDPê re zimanekî kerbê yê ku Kurdan dike hedef bikar tîne.”
Mîthat Sancar amaje bi kuştina jina Kurd Denîz Poyraz kir û got, “Me roja ku hevrêya me Denîz Poyraz jî hat qetilkirin got ku li holê planeke kaosê heye. Di serî de opozisyon, me bang li hemû hêzên demokrasiyê kiribû. Me hişyarî dabû ku hewl heye nakokiyên di nav desthilat û hêzên dewletê de bên veguherandin bo planeke kaosê ya li dijî Kurdan.”
Di dewama axaftina xwe de Sancar got, “HDPê dikin armanc lê di ser HDPê re siyaseteke komkujiyê ya sîstematîk li dijî gelê Kurd dimeşînin. Li şûna ku rê li ber êrişan bê girtin, siyasetek hat meşandin ku bingeha van êrişan bihêz dike. Berpirsê sereke yê van êrişan desthilat e.”
Hevserokê HDPê tekez kir ku hemû hêzên demokrasî û partiyên opozisyonê jî di bin berpirsyariyeke mezin de ne û tekez kir, “Ji bo rûbirûbûna êrişên li dijî gelê Kurd em dê têkoşîna xwe bi biryardarî berdewam bikin. Plangeriyeke şer û kaosê ya cidî li holê heye. Gelê Kurd ne bi tenê ye, gelê Kurd ti caran ji van êrişan natirse.”
Herwiha Hevserokê HDPê ragihand ku ew dê sibe bi şandeike berfireh li Konyayê bin û bang li serokên partiyên opozisyonê jî kir ku ew jî li wir amade bin û tekez kir, “Em çaverê ne hemû hêzên demokrasî û serokên opozisyonê jî li wir bin. Hêza me têrî rawestandina faşîzm û nijadperestiyê dike. Em dê berdewam bin li ser parastina mafên gelê Kurd.”
Mîthat Sancar tekez jî kir ku ev êrişên li dijî malbatên Kurd ne ji ber pirsgirêkên civakî û takekesî, lê êrişên nijadperest in û got, “ev, kiryarên hov ên planekê ne ku gav bi gav tê cîbicîkirin.”
Li bajarê Konya yê Tirkiyê di encama êrişa ser malbateke Kurd de 7 kes hatin kuştin û mal jî hat şewitandin.
Bûyer demjimêr 18.30 li navçeya Meram a ser bi parêzgeha Konyayê ve qewimî û li gor zanyariyan grûpeke nenas bi çekan êriş birin ser malbateke Kurd a li gundê Hasankoy.
Li gor zanyariyên destpêkê di encama wê êrişa çekdarî de 3 jê jin 7 kes ji malbata Kurd hatin kuştin. Ew mala rastî êrişê jî hat ji aliyê êrişkaran ve hat şewitandin.
Ew malbata Kurd roja 12ê Gulana îsal ji aliyê grupeke nîjadperest ve rastî êrişekê hatibû û di encamê de 7 endamên wê malbatê ku 4 jê jin bûn, birîndar bûbûn. Malbata ku êrîş rêkxistibû, her cîranê wê malbata Kurd bûn.
Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî serdana wê malbata Kurd kiribû û li gorî gotina wê malbata Kurd, grûpa nijadperest a Tirk ji wan gotine, ew neteweperest in û rê nadin ku ew malbata Kurd li wir bijî.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li hejmara fermî ya Twitterê derbarê êrişa li ser malbata Kurd û şewatên li daristanên Tirkiyê peyamek belav kir û êrişa li ser malbata Kurd ku di encamê 7 kes ji malbatê hatin kuştin şermezar kir û serxweşî li malbatên qurbaniyan kir.
Di peyama Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin, “Hizir û duayên me li gel malbatên qurbaniyan e. Divê berpirsên vê tawanê bên darizandin.”
HDPê jî piştî êrişa li dijî malbata Kurd a li Konyayê biryara civîneke bilez da û ragihand, “Faşîst hêz û cesaretê ji dewletê digirin. Em banga têkoşîna hevpar li gelê xwe dikin.”
Li aliyê din li hejmara fermî ya Twittera HDPê jî peyamek bi Kurdî hat belavkirin û hat gotin, “Li Konyayê rûyê reş û nemerd ê mêtingeriyê careke din aşkera bû. Faşîstên hêz û cesaretê ji dewletê digirin dîsa êrişî malbateke Kurd kirin û 7 kes kuştin. Em vê qebûl nakin, ev nayê qebûlkirin û em ê tu carî qebûl nekin. Li her derê em banga têkoşîna hevpar li gelê xwe dikin.”
Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersê çûne Konya û ev dema 15 sal e li navçeya Meram niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivkayetî bi wan dihat kirin.
Rudaw
