Rêveberiya xweser biryara girtina Fûad Elîko û Ibrahîm Biro da
Di wê daxuyaniyê, herdu serkirdeyên partiya YEKÎTÎ û ENKSê, hatine tometbarkirin ku destên wan di êrîşa li ser Efrînê de hebû û wan piştevaniya dagîrkirina Efrînê kiriye, ji ber vê yekê jî wan biryara girtina herdu serkirdeyên ENKS daye.
Ji aliyê xwe ve, herdu serkirdeyên ENKSê wan tometan red dikin û dibêjin ku biryarên rêveberiya xweser nerewa ne û tometên wan bê bingehin.
Berî niha jî Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûryê (ENKS) derbarê wan tometan, daxuyaniyek belav kir û têde tometên li dijî her yek ji Ibrahîm Biro û Fûad Elîko red kir.
Nakokiyên di navbera rêveberiya xweser û ENKSê de, vedegerin berî operasyona artêşa Tirkiyê li Efrînê, di roja 13 Tebaxa 2016an de, asayişa li Rojavayê Kurdistanê, serokê wê demê yê ENKSê Ibrahîm Biro desteser kir û piştre ew sirgûnî Herêma Kurdistanê kir. Biro wê demê ji medya Kurdî re got: "Piştî girtina min li Qamişlo, du kesan yek ji wan riwê xwe nixumandibû, min bi otombêlekê anîn ser sînorê Herêma Kurdistanê û gotin: Tu ne hêja ye li vî welatî bijî, heger tu careke din vegere, emê te bikujin û qet qetî bikin".
K24
