Keçeke Xiristiyan piştî 3 salan ji DAIŞê rizgar bû
Rîta Hebîb ku ji bajarokê Qerqoş ya Mûslê ye û demeke dirêj li îraq û Sûriyê di bin zordariya DAIŞ de mabû, gihişte Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê û bavê xwe ji nû ve dît.
Rîta berî 5 mehan li parzgeha Dêra Zora Sûriyê ve ji aliyê HSDê ve hatibûn rizgarkirin û bi hevahengiya rêxistineke Xiristiyanî ya bi navê Şilomo û Yekîtiya Jinên Siryan li Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bû û gihişte Hewlêrê.
K24
