• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mehdî Ellaq: Em bi navê hikûmeta Iraqê hatine şînê

Mehdî Ellaq: Em bi navê hikûmeta Iraqê hatine şînê
Şandeke payebilind a Iraqê bi serpireştiya Sekreterên Giştî yê Civata Wezîran a Iraqê, Mehdî Ellaq bi mebesta beşdarbûn di şîna Dilovan Barzanî de îro gihîşt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.



Armanca serekî ya şandeya Iraqê beşdarbûna di serxweşiya Dilovan Îdrîs Barzanî de ye.



Li gor zanyariyên bidest ketin şanda iraqî ji Serokê Saziya Istixbarata Iraqê Mistefa Kazimî û hejmarek kesayetên siyasî û eşîrên başûr û naverasta Iraqê pêktê.



Herwiha li gorî agahiyan, ji bilî beşdarbûna di merasîma serxweşiya Dilovan Barzanî de, ew şanda hikûmeta Iraqê dê çend civînên siyasî jî li gel berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bihîne.



Sekreterê Gişît yê Civata Wezîran a Iraqê, Mehdî Ellaq derbarê serdana şandê de ji medyayan re ragihand: “Em îro hatine ji bo pêşkêşkirina serxweşiya xwe bo vê malbata birêz û gelê me yê li Herêma Kurdistanê, bi boneya koça dawî ya Dilovan Barzanî. Bi navê Serokwezîrê Iraqê em serxweşiya xwe tînin ziman, ez û birêz Mistefa Kazimî bi navê hemû hikûmeta Iraqê hatine bo merasîma şînê û sersaxiyê. Ji xwedayê mezin dixwazîn ku wî bi buhişta xwe ya ferah şad bike”.



Derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de jî, Mehdî Ellaq da xuyakirin: “Pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ber bi pêş ve diçin, gotûbêj derbarê warên cuda de berdewam in û berhemdar jî bûne, weke çareserkirina mijara deriyên sînorî, vekirina firokexaneyan û babeta mûçeyan”.



Sekreterê Giştî yê Civata Wezîran a Iraqê amaje bi wê yekê jî kir, ku gotûbêj di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina babetên din jî berdewam e û ew geşbînin ku gotûbêj bigihin encamên baş.





Pêştir û di yekemîn roja merasîma şîna Dilovan Barzanî de, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di pêwendiyeke telefonî de serxweşî li Nêçîrvan Barzanî kiribû.



Herwiha doh Çarşemî 4ê Nîsanê jî di duyemîn roja şîna Dilovan Barzanî de, Serokomarê Iraqê, Fuad Mehsûm û cîgirê wî Eyad Ellawî tevî hejmarek ji parlamenter û kesayetên iraqî beşdarî di merasîma şînê de kirin.



Dilovan Barzanî, birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û biraziyê Mesûd Barzanî, roja Duşemiyê 2ê Nîsanê li bajarê Hewlêrê bi celteya dil wefat kir.



Ji bo şîna Dilovan Barzanî 3 roj hatibûn ragihandin, ku îro Pênşemî sêyemîn û dawî roja merasîma şînê ye, ku li bajarokê Pîrmamê birêve diçe.

Rudaw
Top