• Wednesday, 04 February 2026
logo

HPG: Li Xelîfan hinek hevalên me şehîd bûn

HPG: Li Xelîfan hinek hevalên me şehîd bûn

HPGê ragihand ku hêzên wan li Xelîfana ser bi parêzgeha Hewlêrê ve hatine dorpêçkirin û hinek  gerîla “şehîd bûne.” Berpirsekî Wezareta Pêşmerge jî dibêje, “PKKê êrişî bazgeheke Pêşmerge kir.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye îro daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Komeke me ya biçûk a gerîla ku peywirdar bû ji deverekê biçe devereke din, piştî ku gihiştine dehma Xelîfan 26ê Tîrmehê têkiliya me ji hev qût bû.”

HPG dibêje, “Rayedarên PDKê jî di ser çapemeniyê re daxuyandine ku li dehma Xelîfan rûdanek çêbûye. Derheqê aqûbeta van hevalên me fikarên me hene. Ti maneyeke wê nîne ku komeke ku tenê ji wir diçe were dorpêçkirin û êriş biçe ser. Ev rewş nayê qebûlkirin. Tê fêhmkirin ku helwesteke wiha tê nîşandan ku tenê xizmetê ji dijminên gelê Kurdistanê re dike.

Herwiha HPGê bang li aliyên navçeyê jî dike ku çarenivîsa wan gerîlayan eşkere bike û got, “Beriya ku zêde zor li sînorên tehemmûlê were kirin, derheqê aqûbeta van hevalên me de li hêviyê ne ku PDK ji bo me û raya giştî ne bi berevajîkirinê, agahiyeke pêbawer û pêewle bide.”

Li aliyê din Rêveberê Giştî yê Ragihand û Hişyariya Niştimanî ya Wezareta Pêşmerge Osman Mihemed ji Rûdawê re ragihand, “Wan êrişî Hêzên Pêşmerge kirine. Ew dixwazin Hêzên Pêşmerge bixin nav şerekî ku ne daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge ye.”

HPGê ragihandiye jî, “Li gorî agahiyên ku me ji gelê xwecih standiye hêzên bi ser PDKê ve dora komê pêçaye, van hêzan êriş biriye ser wan û hin hevalên me şehîd bûne. Agahiya ku gelê xwecih daye wiha ye. Qada navborî ji hêla hêzên PDKê ve hatiye pêçand, ketin û derketina nav qadê hatiye qedexekirin, ti agahiyek nayê standin.”

Roja 26ê vê mehê Supasalarê Hêza Pêşmergên Kurdistanê Cemal Emînkî ragihand, “Di navbera Xelîfan û Bêxme hejmareke gerîlayên PKKê teqe li bazgeheke Pêşmerge kir. Piştî teqekirina gerîlayên PKKê, Pêşmerge jî teqe li hember wan kir. Li gor zanyariyên destpêkê di encama bûyera îro de ziyan heye.”

Roja 24î vê mehê jî Supasalarê Pêşmerge ji Rûdawê re ragihandibû, “Gerîlayên PKKê li Çarçela (çiyayek li Metîna) di navbera Amêdî û komelgeha Qediş de, teqe li xaleke Pêşmerge kirin ku çend deqeyan berdewam bû. Pêşmerge jî berevanî li xwe kir û bersiv da.”

Herwiha Cemal Emînkî diyar kiribû, “Ev ne cara yekem e ku li nav xaka Başûrê Kurdistanê teqe li Pêşmerge tê kirin, li çend cihên din jî teqe li Pêşmerge hat kirin. Pêşmerge li ser xala xwe û cihê xwe ye. Li her cihekî teqe lê bê kirin dê bersiv bide.”

Li ser ziyanên wê pevçûnê jî Cemal Emînkî gotibû, ti ziyanek bi ber hêzên Pêşmerge neketiye û “ziyanên PKKê jî ne diyar in.”

HPGê jî di daxuyaniyekê de ku hêzên Pêşmerge wek “hêzên PDKê” binav kiribûn, ragihandibû, Pêşmerge “roja 5ê Hezîranê bi rengê êrîşê hatiye qada nevbera Girê Çarçel û Girê Hekarî yên girêdayî herêma Metînayê û xwe bi cih kiribû.”

Di daxuyaniya HPGê de hatibû gotin, “Di encama pêşveçûna hêzên PDKê ya ber bi noqteyên gerîla de ji bo demek kurt pevçûn çêbûye. Hêzên PDKê bi çekên giran li qadê xistine û di encama wê de jî şewat bi erazî ketiye. Di heman demê de tevgera zêde ya balafirên şer û keşfê yên ayîdê dewleta Tirk ya li ser herêmê jî didome.”

Ev yek di demekê de ye ku roja 5ê Hezîrana îsal jî dîsa li çiyayê Metîna di navbera PKK û Pêşmerge de alozî derketibû û di êrişekê de 5 Pêşmerge şehîd bûbûn.

Rudaw

Top