Tirkiye: Em Efrînê radestî Sûriyê nakin
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê, Îbrahîm Kalin îro di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand, bajarokê Til Refetê jî dikeve di çarçoveya operasyona Çiqla Zeytûnê de ku wî welatî ji 20ê Çileya bihorî ve li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirn.
Îbrahîm Kalin got, Rûsyayê ji wan re gotiye ku ti çekdarên YPGê li Til Refetê nemane, lê ew bi rêya çavkaniyên xwe lêkolînê li ser hebûna çekdarên YPGê li Til Refetê dikin.
Medyaya fermî ya hikûmeta Îranê doh ragihandibû, ku serokomarê wî welatî Hesen Ruhanî di civîna lûtke ya her sê welatên Rûsya, Îran û Tirkiyê de li Enqerê, daxwaz kiriye, ku herêma Efrînê radestî artêşa Sûriyê were kirin, daku armancên her sê welatan li Sûriyê pêk were.
Ruhanî herwiha dabû xuyakirin, eger ku Efrîn radestî Şamê neyê kirin, dê li dijî armancên civînên her sê welatên Rûsya, Îran û Tirkiyê bo çareserkirina krîza Sûriyê be û dê weke hewlek bo paçekirin û dagîrkirina Sûriyê were dîtin.
Herwiha Kalin da xuyakirin, ku ew li Şingalê jî lêkolînê li ser derketina hêzên PKKê ji wê herêmê dikin.
Berdevk Serokomariya Tirkiyê herwiha li ser zanyariyên derbarê bicihbûna hêzên zêdetir ên Fransayê li Minbicê de jî axivî û got, ku Fransayê hêz neşandiye Minbicê.
Rudaw
