Serokomarê Tirkiyeyê sersaxiyê li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dike
Di wê peywendiya telefonî de, Serokomarê Tirkiyeyê ji Nêçîrvan Barzanî û malabata Barzan re sersaxî xwest û ji kûratiya dil hevderdî û hevxemiya xwe nîşan da û got ku di vê kovanê de ew xwe hevparê xem û kovana Nêçîrvan Barzanî û Malbata wî dizane. Erdogan hêvî xwest ev xema dawiyê ya malbatê be û Xwedayê mezin xwedê jê razî bi rehma xwe bi beheştê xwe şad bike.
Nêçîrvan Barzanî ji bo wê peywendiya telefonî û nîşandanan hevderdî û hevxemiyê sipasiya Recep Teyîp Erdogan Serokomarê Tirkiyeyê kir.
