• Wednesday, 18 February 2026
logo

Peyama sersaxiyê ya Usame Nûçêfî ji bo Nêçîrvan Barzanî

Peyama sersaxiyê ya Usame Nûçêfî ji bo Nêçîrvan Barzanî
Usame Nûcêfî cîgirê serokomarê Îraqa Federal, roja 03.04.2018ê ji bo gihandina sersaxî û nîşandana hevderdî û hevxemiya xwe ji ber wefatkirina Dilovan Îdrîs Barzanî telefona Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir.

Nûcêfî tevî pêşkeşkirina sersaxiyê û nîşandana hevderdî û hevxemiya xwe ji bo wefatkirina Dilovan Îdrîs Barzanî, hêvî xwest Xwedayê mezin xwedêjêrazî bi beheştê şad bike û ev koavana dawiyê a malbata Barzanî be.

Nêçîrvan Barzanî ji bo wê peywendiya telefonî û nîşandana hevderdî û hevxemiyê, sipasiya cîgirê serokomarê Îraqa Federal Usame Nûcêfî kir.

Top