• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nûnerê sekreterê Neteweyên Yekgirtî sersaxiyê li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dike

Nûnerê sekreterê Neteweyên Yekgirtî sersaxiyê li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dike
Yan Kobis nûnerê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Îraqê di peyameke sersaxiyê de ji bo wefata Dilovan Barzanî, birayê Nêçîrvan Barzanî, sersaxiyê li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike:
Teksta peyama Yan Kobis:

Cenabê Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê-Îraq

Ji kûratiya dil ez dilgiran bûm bi bihîstina nûçeya wefatkirina neliwext ya birayê we yên birêz, bê guman karesateke xemgîne û ji bo malbata we ciyê mixabiniyê ye, lê ji bo we yên birêz gelek taybete ji ber wê têkeliya taybetîya we bi hev re hebû.

Bi nûneratiya hemû stafê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê, herwesa bi taybetî ji aliyê xwe ve ez dixwaz im hevsoziyê ji malabta we re nîşan bidim, hêvîdar im vê hevxemiya min qebûl bikin.

Yan Kobis
Nûnrê sekreterê giştiyê Neteweyên yekgirtî li Îraqê
02.04.2018


Top