Koordînatorê giştiyê Tevgera Goranê sersaxî li Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir
Omerê Seyd Elî, roja 03.04.2018ê, telefona Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û tevî pêşkeşkirina peyama sersaxiyê, hevderdî û hevxemiya xwe jî ji bo malbata Barzanî nîşan da û hêvî xwest ev kovana dawiyê ya Malbata Barzanî be.
Nêçîrvan Barzanî ji bo wê peywendiya telefonî û nîşandana hevderdî û hevxemiyê, sipasiya Omerê Seyd Elî koordînatorê giştiyê Tevgera Goranê kir.
