‘Pêşmerge vedigere Kerkûkê’
Wezareta Pêşmerge çend caran amadebûna xwe nîşan daye ku vegerin navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, lê heta niha ti biryarek di vê derbarê de nehatiye dayîn.
Tevî vê yekê jî bi gotina çend berpirsan, ji bo vegera Pêşmerge, Amerîka zextê li Bexda û Hewlêrê dike û dixwaze ku ew navçe bi hevbeşî bên birêvebirin.
Berpirsekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Kerkûkê ragihand ku li gorî şopandina wan, bi zexta Amerîkayê hefteya bê hêzên Pêşmerge dê vegerin Kerkûkê.
Berpirsê Peywendiyên Melbenda 6ê ya Yekgirtûya Îslamî li Kerkûkê Ednan Seyîd ji Rûdawê re ragihand ku li gorî axaftinên ku wan ji berpirsekî Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bihîstine, Amerîka guvaşê li Iraqê dike ku hêzên Pêşmerge vegerin sînorê parêzgeha Kerkûkê.
Ednan Seyîd got, ew rêkeftin jî bi guvaşa Amerîkayê, di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye kirin û di vê çarçoveyê de jî dê hefteya bê lîwayek ji Wezareta Pêşmerge vegere sînorê parêzgeha Kerkûkê.
Bexdayê daxwaza avakirina odeya ewlekariya hevbeş, lê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê daxwaza avakirina odeya operasyonên hevbeş dikir.
Eger odeya ewlekariya hevbeş bê avakirin Hêzên Pêşmege dê fermanê ji rêveberiya herêmê werbigre lê eger odeya operasyonên hevbeş bê avakirin wê demê Hêzên Pêşmerge dê ji Wezareta Pêşmerge fermanê werbigre.
Berî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an li Kerkûk û derdora wê 30 lîwayên Hêzên Pêşmerge hebûn.
Ednan Seyîd diyar kir ku li gorî rêkeftinê Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê wek berê DAIŞê bi hev re ewlehiya herêmê pêk bînin û wiha axifî: “Pêşmerge dê nekeve navenda Kerkûkê, tenê li derdora bajêr bimîne. Herwiha tê gotin tenê lîwayeke Pêşmerge dê vegere Kerkûkê.”
Li gor zanyariyên Rûdawê bi dest xistine, ji ber li derdora Kerkû tevger û êrişên DAIŞê zêde bûne, Amerîka dixwaze Hêzên Pêşmerge dîsa vegerin Kerkûkê û loma jî zextê li ser hikûmeta navendî ya Iraqê dike.
Cîgirê Berpirsê Melbenda YNKê li Kerkûkê Rewan Mela Mehmûd jî tekez kir ku Amerîka dixwaze Hêzên Pêşmerge veger Kerkûkê û got: “Her kes dibîne ku rêxistina DAIŞê xwe rêkdixe û mezin dibe, lewma Bexda jî dixwaze Pêşmerge vegere Kerkûkê. Vegera Pêşmerge dê gaveke baş be.”
Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hecî Mehmûd jî destnîşan kir ku vegera Hêzên Pêşmerge girêdayî planên Amerîkayê yên ser Ebadî ye û wiha got: “Amerîka naxwaze Heyder Ebadî di hilbijartinan de têk biçe. Amerîka metirsîdar e ku Nûrî Malîkî û Hadî Amirî bi piştevaniya Îranê ji Ebadî re pirsgirêkan derbixe.”
Rudaw
