Serokê eşîreka ereb: Heşda Şeibî dest bi şîekirina Kerkûkê kiriye!
Serokê eşîra Cibûr, ku yek ji mezintirîn eşîrên ereb yên Kerkûkê ye, şêx Mesrûr Nacî Cibûrî ji BasNewsê re got, piştî 16 Cotmeha par rewşa Kerkûkê gelekî aloz bûye û Heşda Şeibî çi dixwaze, dike.
Şêx Mesrûr, ku piştî dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî ve koçberî Herêma Kurdistanê bûye, her wiha got, Heşda Şeibî dest bi şîekirina Kerkûkê kiriye ji ber ku erebên sunnî jî êdî bi darê zorê ala û sembolên Heşda Şeibî bilind dikin.
Serokê eşîra Cibûr, ku di heman demê de berdevkê eşîrên erebên sunnî yên Kerkûkê ye jî, da xuyakirin ku heta hêzên Pêşmerge û asayişê venegerin Kerkûkê ew venagerin Kerkûkê û got, ji ber ku jiyana me di bin tehdîd de ye.
Basnews
