Hunermend Zahid Birîfkanî hat kuştin
Rêveberîya Polîsên Parêzgeha Dihokê ragihand ku hunermend Zahid Birîfkanî kuştî hat dîtin û lêkolîn li ser sedema kuştina wî berdewame. Rêveberiyê diyar kir ku agahdariya termekê hatiye û piştî ku hêzên asayîşê çûne cihê bûyerê , eşkere bûye ku cenaze yê hunermendê Zahid Birîfkanî ye.
Her wiha hat ragihandin ku di derbarê buyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
basnews
