• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ebadî: Hinekan dixwastin Pêşmerge û artêşa Iraqê berdin hev lê nekarîn

Ebadî: Hinekan dixwastin Pêşmerge û artêşa Iraqê berdin hev lê nekarîn
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dibêje, hinek aliyan dixwastin hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê berdin hev lê bi ser neketin.

Heyder Ebadî duh li bajarê Tikrîtê yê Iraqê mîtîngek li dar xist. Di mîtînê ge gelek çekdarên Heşda Şeibî, fermandeyên artêşê jî hebûn.

Ebadî anî ziman ku gelek aliyan dixwastin hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û Heşda Şeibî berdin hev lê nekarîn û bi ser neketin.

Serokwezîrê Iraqê her wiha got, niha êdî dema bê hêvîtiyê nîne dema nûbûn û avakirinê ye. Divê em tenê hişê xwe bidin ser wê yekê.

Basnews
Top