• Wednesday, 18 February 2026
logo

Tevahiya hêzên PKKê ji Şingalê vekişiyan

Tevahiya hêzên PKKê ji Şingalê vekişiyan
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) vekişandina tevahiya hêzên xwe ji Şingalê ragihand û dawî grûpa gerîlayên wê ji Şingalê derket.

Li gor ajansa “ANF” dawî grûpa gerîlayên PKKê ji çiyayê Şingalê vekişiyan. Di rêwresmekê de Fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) Ekîd Kelar li Şingalê ragihand, wan erkê xwe ya parastina jiyana mirovan bi cih aniye û vedigerin qadên xwe.

Piştî merasîmê gerîlayên HPGê bi konvoyeke dirêj ber bi çiya û qadên xwe ve birê ketin.

Vekişîna hêzên HPGê ji Şingalê piştî wê tê, bi hêzên Iraqê re rêkeftin ku Şingalê radestî Heşda Şeibî û artêşa Iraqê bikin.

Vekişîna gerîlayên PKK ji Şingalê hevdem e li gel gefên Tirkiyê ji bo encamdana oprasyoneke leşkerî li dijî wan, lê Hikûmeta Iraqê ji bo rastî kêşeyên mezintir neyê, zû hat ser xetê heya ku rê li ber destêwerdana Tirkiyê bigire.

Berî çend rojan jî Fermandarê Heşda Êsidî Qasim Şivan ji K24ê re ragihandibû, “Fermandarên artêşa Iraqê û fermandarên PKKê li çiyayê Şingalê civiyabûn û dosya ewlehiyê û hemû sînorê Şingalê radestî artêşa Iraqê, Heşda Êzidî û Heşda Şeibî bike.”

K24
Top