Bo pirsa Sûriyê Putin tê Tirkiyê û sibe jî Rohanî
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn îro ji Enqerê bi rêya vîdeokonferansê beşdarî merasîma avakirina Navenda Atomî ya Mêrsînê dibin, ku ji hêla kompaniyên Rûsyayê ve tê dirustkirin.
Hat ragehandin, îro bi serperiştiya Putîn û Erdogan Konseya Hevkarî ya Tirkiye - Rûsyayê dê heftemîn car di Koşka Serokomariyê de bicive. Piştî civînê tê çaverêkirin, her du serok civîneke rojnamevanî dar bixin.
Sibe Serokomarê Îranê Hesen Rohanî jî dê serdana Tirkiyê bike û her sê serok, derbarê krîza Sûriyê danûstandinan bikin.
Rûsya, Tirkiye û Îranê sê welatên gerentîkar ên danûstandinên Astanayê yên derbarê dîtine çareseriyekê ji krîza Sûriyê ne, dê sibe di civîneke sêalî de pêşhatên rêkeftinên wan li Sûriyê gotûbêj bikin.
Ev civîna sêalî di demekê de, Artêşa Tirkiyê roja 18ê Adara bûrî Efrîn dagîr kir, berpirsên PYD û fermandarê YPGê Rûsya tometbar dikin, ku wê glopa kesk ji Tirkiyê re bo dagîrkirina Efrînê pêxist.
Herwiha Tirkiye jî di çarçova rêkeftinên ligel Rûsya û Îranê hêza xwe li parêzgeha Idlibê zêde dike û xalên çavdêriyê ava dike, ku îro jî karwaneke wê ya leşkerî gihîşt başûrê Idlibê û bakurê Hemayê.
Rudaw
