• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amerîka 300 leşker û gelek tank û top veguhestin Minbicê

Amerîka 300 leşker û gelek tank û top veguhestin Minbicê
Hat ragihandin ku Amerîkayê ji baregeha leşkerî ya Sirrîna Kobaniyê derdora 300 leşker û gelek wesayîtên zirxî veguhestin Minbicê.

Piştî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a operasyona Minbicê Amerîkayê ji baregeha xwe ya leşkerî ya Sirrînê gelek tank, top û çekên giran sewkî herêma Minbicê kirin.

Li gor nûçeya yelevîzyona Russia Today (RT) a beşa erebî ku dispêre çavkaniyên herêmî, Amerîkayê ji baregeha xwe ya leşkerî ya Sirrînê ku li Kobaniyê ye derdora 300 leşker û gelek wesayîtên zirxî ku ji tank, top û çekên gira pêk dihat veguheste herêma Minbicê.

Di berdewamiya nûçeyê de tê gotin ku hêzên amerîkî li gundên Tûxar, Helûncî û Dadatê 3 xalê ewlehî yên kontrolê jî ava kirine.

Top