Çavuşoglu sersaxiyê li Nêçîrvan Barzanî dike
Mevlut Çavuşoglu wezîrê derve yê Tikiryeyê, ji ber wefatkirina Dilovan Îdrîs Barzanî, birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 02.04.2018ê telefona Nêçîrvan Barzanî kir û sersaxî jê re xwest.
Di peywendiya telefonî de, Çavuşoglu hevderdî û hevxemiya xwe digel Nêçîrvan Barzanî parve kir û hêvî xwest ev kovana dawiyê a wî û malbata Barzanî be û Xwedayê mezin xwedêjêrazî bi beheşta berîn şad bike.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî ji bona wê peywendiya telefonî û nîşandana hevxemiyê sipasiya Mevlut Çavuşoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê kir.
