Ebadî sersaxiyê ji Serokwezîr dike
Li gor malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Îraqî Heyder Ebadî bi riya telefonê hevxemiy xwe tevî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û malbata wî nîşan da û hêvî xwast Xwedêyê mezin, xwedê jê razî bi bihuşta berîn şad bike.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya Rêzdar Ebadî kir ji bona vê pîwendiyê û hevxemiya wî.
Dilovan Barzanî 52 salî birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî roja Duşem 2018/04/02 li Hewlêrî wexera dawiyê kir.
Waar.tv
