Tatlîses ji Erdogan re strana Efrîn û Minbicê xwand
Îro Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo serdana hêzên leşkerî yên welatê xwe û şopandina rewşa Efrînê çû parêzgeha Hatay a li ser sînorê Sûriyê.
Herwiha li gorî medyayên Tirkiyê, grûpek ji hunermend, stranbêj û werzişkarên Tirkiyê jî ji bo ku piştgiriyê bidin hêzên leşkerî yên wî welatî yên ku di êrişa ser Efrînê de beşdar in, serdana Hatayê kirin.
Di nava wan stranbêjên navdar de ku çûbûne Hatayê, navên weke Îbrahîm Tatlîses, Sîbel Can, Ajda Peken, Seda Sayan û Mustafa Sandal hebûn. Herwiha çend werzişkar û rêveberên du tîmên nvdarên Tirkiyê, Beşîktaş û Galatasaray jî di wê kempîna piştgiriya leşkerên Tirkiyê de amade bûn.
Li Hatayê, Erdogan tevî Îbrahîm Tatlîses û Sîbel Can û çend kesatiyên din serdana deriyê sînorî yê Ogulpinar ê di navbera Hatay û Efrînê de kirin.
Di dema vê serdanê de, Recep Tayyip Erdogan, Îbrahîm Tatlîses û Sîbel Can li kêleka hev dirûnin û Tatlîses ji Erdogan re stranekê li ser Efrînê û Minbicê dibêje.
Tatlîses di strana xwe de dibêje, “eger ku Riha (Urfa) ne bi dilê te ye, serdana Efrînê bike, eger ku Efrîn jî ne bi dilê te ye, berê xwe bide Minbicê”.
Dema ku Tatlîses bendên vê stranê dibêje û dema ku digihe vê benda, “te dît Efrîn xweş nîne, ji bo geşta Minbicê jî were”, keyfa Erdogan tê û dikene û destê xwe li ser mile Tatlîses dide.
Rudaw
