Ensarîoglu: Pêwîst e Tirkiyê û Kurdistan nêzîkî hev bibin
Parlamenterê AK Partî Galîp Ensarîoglu ji K24ê re ragihand, têkçûna pêwendiyan ne di xêra Tirkiye û Kurdistanê de ye pêwîst e her du alî di demek nêz de werin cem hev.
Galîp Ensarîoglu got: “Jixwe di navbera Tirkiye û Kurdistanê de peymanên ciddî yên siyasî, bazirganî û stratejîk hebûn. Diyalogên baş ku her ku diçe zêdetir dibûn hebûn û Kurdistan li Rojhilata Navîn hevalbendê herî girîng ê Tirkiyê bû. Lê belê piştî proseya referandûmê rageşiyek rû da.”
Parlamenterê AK Partî got jî: “Têkçûna pêwendiyan, di berjewendiya her du aliyan de nîn e. Pêwîst e di demek nêz de pêwendî werin dirustkirin. Çakbûna pêwendiyan dê bandoreke baş bide berjewendiyên Tirkiyê û Kurdistanê. Ji vir şûn de jî bi pêşketina hevkariya stratejîk, dîplomatîk û aborî divê Tirkiye û Kurdistan dahatûya xwe ya hevpar jî bi hev re ava bike.”
K24
