• Friday, 27 February 2026
logo

Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Moskowê birêve diçe

Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Moskowê birêve diçe

Rêvebera Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Moskowê diyar dike ku ji ber sedemên vîrusa Koronayê (Covid-19) mêvanên ji Başûr û Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ji beşdarbûna festîvalê bêpar man.

Herwiha destnîşan kir ku di bernameya festîvalê de 35 fîlm hene, ji wan 15 fîlmên dirêj û 20 fîlmên kurt.

Rêzan Yeşîlbaş bi fîlma "Bêdeng" beşdarî vê festîvalê bûye û dibêje; heta niha zêdetirî 100 xelat bi dest xistine.”

Yeşîlbaş ji K24ê re diyar kir: “Navê fîlma min Bêdeng e, 15 deqqe ye, li ser zindana Diyarbekirê ye, min deh sal berê ev fîlm qedand.”

Roja yekem a festîvalê fîlma "Keçên Rojê" hat nimayîşkirin.  

 

K24

Top