Netewên Yekgirtî: Mişextên Efrînê ji yên Xûteyê bêtir bûne
Ze'iterî got jî: "Heya niha Tirkiyê ti daxuyanî derbarê derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo bajarê Efrînê nedaye û Niha 180 hezar kes ji Efrînê mişext bûne û rewşa wan xerab e".
Berî niha jî Ze'iterî ragihandibû, ji bo çarekirina rewşa mirovî li bajarê Efrînê û Xuteya Rojhilat, pêwîstî bi 150 milyon Dolar heye, lê tenê 6% ji wê ji wê rêjeya pereyan li ber destên wan heye.
Ji aliyekî din ve, çalakvanên Efrînê li ser torên civakî tekez dikin, ku heya niha bi hezaran mişextên Efrînê li herdu bajarokên Nubbil û Zehra asê mane û tê gotin ku hêzên hikûmetê û şervanên YPG li ser rêbendan, rê li ber vegera wan digirin.
K24
