• Wednesday, 18 February 2026
logo

Heşda Şeibî nahêle mesîhiyên deşta Neynewa cejna xwe pîroz bikin

Heşda Şeibî nahêle mesîhiyên deşta Neynewa cejna xwe pîroz bikin
Siyasetmedareka mesîhî dibêje, çekdarên Heşda Şeibî nahêlin mesîhiyên deşta Neynewa cejna “Qiyame” (Rabûn) pîroz bikin.

Îro yekê Nîsanê, sersal û cejna Qiyame ya mesîhiyan e. Mesîhiyên cîhan û Kurdistanê bi çalakiyên cur bi cur vê helkeftê pîroz dikin.

Parlamentera mesîhî ya Kurdistanê Wehîde Yaqû ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, mesîhiyên Kurdistanê bi azadî cejna xwe pîroz dikin lê li cihên derveyî Kurdistanê ew azadî nîne.

Wehîde Yaqû her wiha gotiye, mesîhiyên deşta Neynewa nikarin bi azadî cejna xwe pîroz bikin ji ber ku çekdarên Heşda Şeibî astengiyan li pêşiya wan derdixin. Tenê mesîhiyên deverên El Qoş û Tilsiqofê dikarin bi asûdeyî cejna xwe pîroz bikin ji ber ku ew der ji aliyê hêzên Pêşmerge ve tên parastin.

Basnews
Top