• Wednesday, 18 February 2026
logo

PYD: Fransa dê li Rojava gavên girîng bavêjin

PYD: Fransa dê li Rojava gavên girîng bavêjin
Aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê behsa derbarê helwesta Fransayê de bûne du beş alîyekkirin.



Li gor Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Fransa dê li herêmê gavên girîng bavêjin. Lê Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje helwesta Fransayê li gor hevsengiya siyasî ya li herêmê be, pêngavên wî jȋ dê girêdayȋ Amerȋka û Rûsiyayê bimîne.



Şandeke Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê Roja Pêncşemî 29ê Adarê li Koşka Elysee ligel Serokê Fransayê Emmanuel Macron civiya. Li gor daxwiyaniya Koşka Elyseeyê,Macron di civînê de soza alîkariyê daye Kurdan.



Derbarê mijarê de Berprisê Giştî yê Ofîsa Peywendiyê Şêxmus Ehmed ji Rûdawê re diyar kir ku Fransa dê hejmara leşkerên xwe li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê zêde bike.



Şêxmus Ehmed herwiha da zanîn ku Fransa dê dê çend projeyên kulturî û alȋkariyên mirovȋ jî pêşkeşî xelkê herêmê bike û wiha pê de çû: “Fransayê soza da ku dê hêzê bo Minbicê bişîne. Bi vî awayî dê li rêgiriyê li hemberî gefên Tirkiye û rêxistinên tundra bike. Rola Fransayê dê li bakurê Sûriyê hebe û ew dê gavên mezin li herêmê bavêje.”



Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif jî da zanîn ku ti hêviyên wan ji helwesta Fransayê nîne û ti bandoreke Fransa dê li herêmê nebe.



Feysel Yûsif wiha axifî: “Gelo Fransa dê bikare li ser helwesta xwe berdewam be. Fransa dixwaze rê li ber êrişên Tirkiyê bigire lê min ne bawer e heta dawiyê li hemberî wê bisekîne.”



Wezîra Karûbarên Yekîtiya Ewropayê ya Fransayê Nathalie Loiseau, li Parlamentoya Fransayê di civînekê de derbarê destêwerdana leşkerî ya Tirkiyê li Efrînê anî ziman û tekez kir ku ji bo şerê DAIŞê pêdiviya civaka navdewletî bi Kurdan heye û take rêya bi bandor bo ewlehiya Sûriyê ew e ku Kurd beşdarȋ çareseriya siyasȋ bibin.


Rudaw
Top