Cefer Şêx Mistefa: Amerîka hewl dide Hêzên Pêşmerge vegerîne Kerkûkê
Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtî ya Niştimanî ya Kurdistanê Ce'fer Şêx Mistefa ji Ajansa Anadolu re ragihandiye ku, rewşa rûniştvanên Kurd li bajarê Kerkûkê û navçeyên din gelekî xerab e. Got jî, hêzên Iraqî bi tu şêweyekî nikarin asayiş û aramiyê bo wan navçeyan vegerînin û bûn e gef li ser Sunne, Kurd û Kristiyanan.
Ce'fer Şêx Mistefa herweha anî ziman ku, xelkê wan navçeyan daxwaza vegeryana Hêzên Pêşmerge dikin, lê ev yek jî astengî li ber heye. Ji ber vê yekê Amerîka hewl dide, ligel hêzên Iraqî û Hêzên Pêşmerge karekî bike, ji bo ku Hêzên Pêşmerge vegerin û parastina wan navçeyan bikin. Lê heta niha ev yek nehatiye cîbicî kirin.
Derbarê rola Amerîka di bûyerên 16ê Oktoberê de Ce'fer Şêx Mistefa got ku, serkirdayetiya Kurd ji Amerîka re gotin ku, heger Amerîka ji hêzên Iraqî re erê nekiriba, wan nikarîbû derbasî Kerkûkê û wan navçeyan bibin.
K24
