Nêçîrvan Barzanî û Jan Kubis pêdagiriyê li ser diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê dikin
Di civênekê de bi berhev bûna Qubad Talebanê Cîgirê Serokwezîr, Kubis kêfxweûiya xwe li hember gavên erênî navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û hêviya diyalogeka cidîtir ji bo çaareser kirina pirsgirêkan xwest, ji bo vê yekê jî berhev bûna NY ji bo alîkariyê nîşan da.
Kubis kurtiyek derbarê dawîn hewlên xwe ji bo afirandina seqayeka jêhat ji bo helbijartinên Îraqî û civîna duhî ya aliyên siyasî ji bo imza kirina mîsaqa şerefê ji bo hilbijartineka serketî û herwiha dawîn pêşhatên rewşa deverê û piştîvanî ji têkiliyên navbera Hewlêr-Bexdayê û hilbijartinên Herêma Îraqê xiste ber çav.
Serokwezîr Barzanî sipasiya hewlên Rêzdar Kubis ji bo pêş xistina têkiliyên navbera Hewlêr-Bexdayê û piştîvaniya diyaloga navbera her du aliyan kir ku bi vê awayê hin pirsgirêk hatin çareser kirin. Herwiha hêvî xwest ji bo çareser kirina pirsgirêkên din jî diyaloga cidî bihê kirin.
Serokwezîr, civêna roja borî ya aliyên siyasî yên Îraqê bi piştîvaniyek ji bo pirosêsa siyasî û hilbijartinên Îraqê daye zanîn.
Barzanî herwiha pêdagirê li ser sazkirina hilbijartinên Kurdistanê li dema xwe kir.
Serokwezîr derbarê koçberan jî amaje bi vê yekê da ku hijmarek ji wan ji bo deverên xwe vegeryane, lê ji ber nebûna xizmetkaryê, careka din ji bo nava kempan vegeryane û bi pêwîst zanî Hikûmeta Îraqê bi alîkariya civaka navdewletî çareseriyekê ji bo vê pirsû vebîne.
