Şandeke ENKS bi wezîrê karûbarên Rojhilata Navîn yê Birîtanya re civiya
Di wê serdanê de, şanda ENKS li gel wezîrê karûbarên Rojhilata Navîn yê Birîtanya û li gel berpirsê doseya Sûryê di wezareta derve ya Birîtanî de û li gel tîmeke mezin ji berpirs û pisporên doseya Sûryê û Tirkiyê yên ser bi wezareta derve ya Birîtanya ve civiya.
Şanda ENKSê di civîna xwe de li gel wezîrê karûbarên Rojhilata Navîn yê Birîtanya, dawîn pêşhatên Efrînê û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî û rewşa Sûryê bi giştî gotûbêj kir.
Ji aliyê xwe ve, wezîrê Birîtanî tekez kir ku welatê wî amade ye di zûtirîn dem de alîkariya Efrînê bike, lê pêwîst e Tirkiye rê li ber wan veke.
Berî serdana Birîtanya bike, şanda ENKSê bi vexwendineke fermî serdana Amerîka jî kir û li Koşka Sipî li gel ofîsa ewlehiya niştimanî ya Amerîkî civiya, herweiha çendîn civîn û hevdîtinên din jî li gel berpirsên wezareta derve ya Amerîka lidar xist.
Li gorî zanyariyan, biryar e di rojên pêş de, şanda ENKSê serdana welatên Rûsya, Frensa û Finlenda jî bike.
K24
