• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Sîstema paşkevt kirina mûçe di pêşerojê de bi yekcarê namîne

Gulan Media March 29, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Sîstema paşkevt kirina mûçe di pêşerojê de bi yekcarê namîne
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurditanê roja çarşem 2018-03-28 di konfranseke çapemeniyê de, çend pirsên taybet bi sîstema mûçe yên karmendan, xwenîşandanên vê dawiyê li bajarên Herêma Kurdistanê û reşwa herêmê xiste berçav.

Serokwezîr derbarê guhertina sîtema mûçe ku li civîna Encumena Wezîran biryar li ser hatiye dan xuya kir piştî sê salan bi kêfxweşî ve radigihînm ku me di berjewendiya karmandên Herêma Kurdistanî gaveka baş avêtiye ji bo dawî anîn bi paşkeft kirina mûçe yên wan.

Her wiha got bi rêya bi cih anîna reforma ku niha li Paremantoya Kurdistanê ye, tiştek bi navê paşkeft kirina mûçe namîne.

Serokwezîr derbarê bi kar anîna xwenîşanderan ji aliyê hin partiyên siyasî ji bo meramên xwe yên siyasî û hilbihartinê xuya kir xwenîşandan mafê rewa yê xwenîşanderan e, lê hin aliyên siyasî xwestin daxwazkarî yên mamosta û karmendan ji bo meramên siyasî yên xwe bi kar bînin.

Barzanî li ser vê pirsê got hikûmet dijî vê yekê ye û qebûl nake, lê hikûmet ji daxwazên xwenşînderan ku bi yasa dihên rêkxstin têdigehe û nabe bigehe asta têkdanê û hikûmet bi tundî bersiva wan aliyên siyasî dide ku dixwaz in rewşa Kurdistanê têk bidin.

Herwiha got berî niha jî hinek aliyan ji Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqê xwestin, serederiyê tevî Hikûmeta Herêma Kurdistanê neke û budceya Herêma Kurdistanê rasterast nede hikûmetê, lê Ebadê li gor destûra Îraqî serderî tevî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Ev alî berpirs in ji paşketina mûçe yên fermanberan. Hinek kes dixwazin bi zanyarî yên nerast serê xelkê tevlîhev bikin.

Serokwezîr, hebûne her cure rêkevtineka nihênî tevî Bexdayê ret kir u got me çi rêkevtineka nihênê tevî Bexdayê nine û hemû şefaf û aşkira ye û me li gor destûra Îraqî tevî Bexdayê danûstan kiriye.

Serokwezîr derbarê têkiliyên Herêma Kurdistanê tevî Wilayetên Yekgirtiyên Amerîkayê piştî bûyerên 16 Çirya Yekem li Kerkûkê got têkilî yên me tevî Amerîkayê gelek baş in û şikandina DAIŞê bê Amerîkayê nedibû û niha jî mehane 25 Milyon Dolaran ji bo Hêzên Pêşmerge dabîn dike û têkilî yên me dostane ne û hêvîdar im tîkiliyên me li hemû waran, bi taybetî li sektora aborî pêş bikeve.

Derbarê hewlên hikûmetê ji bo vekirina Balafirgeha Silêmaniyê ji bo balafirên Turkiyê xuya kir em digel Enqereyê ji bo çareser kirina vê pirsê berdewim in, lê pêwîstî bi dem heye û hêvîdar im ev pirse bihê çareser kirin.

Serokwezîr Barzanî seba parastina sinorên Herêma Kurdistanê tevî welatêm cîran got prensîpa Herêma Kurdistanê ev e ku nabe bi çi awayekê axa Kurdistanê ji bo têkderiyê tevî welatên cîran bi kar bihêt. Ev pirensîpe ji bo Turkiyê û Îranê û hemû welatan wey yeke. Em bi çi awayekê raze nabin û qebûl nakin Herêma Kurdistanê bibe cihek ji bo têkdana wan welata. Lê mixabin me gelek caran hewl daye û tevî PKK nabe û cihê qebûl kirinê nine ku ji axa Kurdistanê biçin operasiyona leşkerî li Turkiyê bikin û vegrine Herêma Kurdistanê.

Li dawiyê jî derbarî koçberên li Herêma Kurdistanê got ew mêvanên me ne û Kurdistan mala wan e, eva ku di destê me bihê, em ji wan re dikin û xemsariyê nakin û hêvîdar im bi hebûna tenahî bi serbilindî ji bo ser mal û halên xwe vegerin.

Top