• Wednesday, 18 February 2026
logo

aTirkiye li sînorê Kurdistanê baregeheke leşkerî ava dike

Gulan Media March 29, 2018 Nûçe
aTirkiye li sînorê Kurdistanê baregeheke leşkerî ava dike
Li gel ku birêveberiya Iraqê qebûl nake ku Tirkiye ti operasyonan li ser axa wê bike jî lê medyaya Tirkiyeyê ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê baregeheke leşkerî li Çiyayê Balkayayê yê li herêma Şemzînana Colemêrgê ya li ser sînorê Herêma Kurdistanê ava dike.

Li gorî agahiyên çavkaniyên ewlekariyê, "ev baregeh tê avakirin da ku çûnûhatina di ser sînorî re bên astengkirin û ewlekariya wî were dabînkirin".

Ev baregeh li bilindahiya 2 hezar û 400 metreyî ji deryayê li çiyayê Balkayayê yê Şemzînanê ava dike.

Hêjayî gotinê ye ku ev demeke Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dibêje ku dê operasyonekê li bajarê Şingalê bikin û Hikûmeta Iraqê jî li dijî vê derdikeve.

Top