Wezîra Fransî: Bo şer pêdiviya me bi Kurdan heye
Li gor nûçeya Reutersê, Wezîra Karûbarên Yekîtiya Ewropayê ya Fransayê Nathalie Loiseau, li Parlamentoya Fransayê li ser pirseke derbarê helwêsta welatê wê li hember Kurdên Rojavayê Kurdistanê, wiha bersiv da: “Helwêsta Fransayê di vê derbarê de gelekî zelal e. Nîgeraniyên Tirkiyê bo ewlekariya sînorên wê normal in, lê hîç tiştek nikare ji bo maneke demdirêj a hêzên Tirkiyê li Sûriyê bibe hincet.”
Nathalie Loiseau wiha axifî: “Li Sûriyê alozî berdewam in. Artêşa Tirkiyê di 18ê Adarê de Efrîn dagîr kir. Erdogan tekez kir ku çalakiyên wan ên leşkerî li Sûriyê berdewam in û evna jî cihê nîgeraniyê ye. Me nîgeraniyên xwe gelekî eşkere û zelal anîne ziman û me berpirsên Tirkiyê jî agahdar kirine.”
Loiseau, bal kişand ser koçberbûna bi hezaran kes ji bajarê Efrînê û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Nîgeraniya me ji rewşa mirovî heye û 100 hezar kes ji Efrînê koçber bûne. Biryara agirbestê li Sûriyê berdewam tê binpêkirin, nîgeraniya me yasayî ye. Operasyonên leşkerî niha jî berdewam in.”
Wezîra Fransî tekez kir haya Fransayê ji rolê Kurdan di şerê DAIŞê de heye û divê armanca serekî ya civaka navdewletî şerê DAIŞê be: “Ji bo şerê DAIŞê pêdiviya me bi Kurdan heye. Take rêya bi bandor bo asayîşa Sûriyê ew e ku Kurd beşdar bin.”
Loiseau, gotûbêja navbera Serokkomarê Fransayê Macron ligel Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ya di 24ê Adarê de bibîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Me ji Tirkiyê re got ku divê armanca serekî şerê DAIŞê be û pêwist e Tirkiye ji bo gehandina hevkariyê bo koçberan rê asantir bike.”
Rudaw
