• Wednesday, 18 February 2026
logo

KERKÛK - Turkmen û Ereban daxwazek ji kurdan kirin

Gulan Media March 28, 2018 Nûçe
KERKÛK - Turkmen û Ereban daxwazek ji kurdan kirin
Endamên Ereb û Turkmen ên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi nivîsekê daxwaza dûrxistina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi Wekalet Rêbwar Talebanî dikin. Endamekî encûmenê ser bi Fraksyona Yekgirtûya Îslamî jî mijarê wiha dinirxîne: “Evna fêlekî din ê Turkmen û Ereban e, mixabin helwêsta YNKê jî ne zelal e.”



Derbarê mijarê de Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ser bi Fraksyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Ciwan Hesen ji Rûdawê re da zanîn ku aliyên Erebî û Turkmen ên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi nivîseke nefermî ji Lîsteya Birayetî daxwaz kirine ku Rêbwar Talebanî ji postê wî dûrbixin.



Ciwan Hesen wiha axifî: “Ereb û Turkmen dixwazin li cihê Rêbwar Talebanî, Cemal Mewlûd were danîn wek kesê herî bi temen ê encûmenê. Rast e ew kes jî Kurd e, lê vêna wek fêlekî bikar tînin. Ji ber li gor yasa Cemal Mewlûd dikare tenê serpereştiya yek rûniştinê bike. Ji xeynî vê jî em ber bi hilbijartinê ve diçin, mebesta Ereb û Turkmenan ew e ku bibêjin me ew kes da alî ku ala Kurdistanê li Kerkûkê bilind kir.”



Ciwan Hesen qala wê yekê jî kir ku Ereb û Turkmen pêşniyareke din bo piştî dûrxistina Cemal Mewlûd amade kirine û wiha axifî: “Pêşniyara wan ew e ku desteyeke sê kesî ji Kurd, Ereb û Turkmenan were pêkanîn û serpereştiya karê encûmenê bikin. Evna jî ne di berjewendiya Kurdan de ye, ji ber Ereb û Turkmen pişta hev digirin û çi biryar bi dilê wan be li dijî Kurdan derdixin.”



Li ser heman mijarê Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ser bi Fraksyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ehmed Eskerî ji Rûdawê re got: “Ji bo em rûbirûyê gelek pirsgirêkan nebin, baştirîn çareserî ew e Rêbwar Talebanî vegere Kerkûkê bo ser kar û bare xwe, ji ber çênabe 5 meh li derveyî bajêr be.”



Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê bajarê Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji aliyê Heşda Şabî û hêzên Iraqê ve hatin kontrolkirin.



Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi Wekalet Rêbwar Talebanî jî wiha dibêje: “Heta rewşa Kerkûkê nebe wek a berî 16ê Cotmehê venagerim bajêr.” Ligel Talebanî, 11 endamên din ên encûmenê ser bi Lîsteya Birayetî ne amade ne di vê rewşê de beşdarî civînên encûmena parêzgehê bibin.



Rêbwar Talebanî kadroyekî payebilind ê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ye, 9 salan cîgirê serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bû û sala 2014ê bi wekalet bû serokê encûmenê û heta 16ê Cotmeha 2017ê li ser karê xwe berdewam bû.

Rudaw
Top