Beac…Terorîstên DAIŞê çar kes ji eşîra Şemer kuştin!
Berdevkê eşîrên ereb li deverên Kurdistanê yên dervey îdareya herêma Kurdistanê Muzahîm Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şaneyên veşartî yên terorîstên DAIŞê li deverên ser bi Mûsilê peyda bûne û wan şaneyên veşartî yên terorîstên DAIŞê çar kes ji binemaleya mezinê eşîra Şemer Şêx Elî Melîh El Zubî kuştine. Ev bûyer di demekê de ye ku berî naha gelek caran me daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye, li ser hebûna şaneyên nivistî û veşartî li deverê çi tiştek nehatiye kirin. Metirsî hene ew şaneyane kiryarên xwe yên terorîstî berdewam pêkbînin.’’
Herwaha got: ‘’Kesên ku hatine kuştin Seidun Ehmed Xidir Şemer, Ehmed Melîh Ehmed Xidir Şemer, Seidî Cerîs Eluş Xidir Şemerî û Seidûn mexlîf Serah Şemerî bi destê terorîstên DAIŞê hatine şehîd kirin.’’
Basnews
