''PKK dosyaya ewlekariya Şingalê radestî Iraqê dike''
Berpirsê Heşda Êzidî li Şingalê Qasim Şivan ji K24ê re got: “Daxuyaniyên Erdogan li ser meletê me yê Êzidî, Heşda Êzidî, YBŞ û hêzên Êzidîxanê ne di berjewendiya Tirkiyê de ne.”
Herwiha got jî: “Fermandarê Operasyonan û Fermandarê Eniyê Şingalê bi fermandarên PKKê li KŞingalê bi hev re civiyan û dosyaya ewlehiyê radestî artêşa Iraqî kir.
Li gor zanyariyên K24ê jî, hêzên PKKê xala sînorî ya Xanesorê ya di navbera Başûr û Rojavayê Kuridstanê radestî artêşa Iraqê kir.
Ev radestkirina PKKê ya dosyaya ewlehiya Şingalê bo artêşa Iraqê tê, berî çend rojan Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) vekişîna ji Şingalê ragihandibû.
Îro jî Serokomarê Tirkiyê careke din gefa operasyonê li dijî Şingalê xwar û ragihand, heger hêzên PKKê ji Şingalê venekişin ewê operasyona xwe bikin.
K24
